Malbat ji sirgunkirina zarokên xwe nîgeranin

Malbatên girtiyên siyasî yên Kurd ragihandin ku di sirgunê de zarokên wan rûbirûyê danûstandina xirab bûne û êşkence li wan hatiye kirin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/0d06a4c1-e277-489f-9394-87d4c2d2eb09/MalbatenGirtiyanLiDijiNefikirinaZarokenXweDerdikevin.ism/manifest

K24 - Diyarbekir

Di 5ê  meha Sibata îsal de 6 girtîyan ji Girtîgeha tîpa “D” a Diyarbekirê fîrar kirin. Piştî firarkirina wan ji girtîgehê 41 girtiyên siyasî sirgunî bajarên rojavayê Tirkiyê hatin kirin. Malbatên girtiyên li Diyarbekirê jî ragihandin ku, zarokên wan rûbirûyê danûstandina xirab bûne û êşkence li wan hatiye kirin.

Li Girtîgeha tîpa “D” ya Diyarbekirê tenê girtîyên siyasî dimînin.  Bi hêzeke zêde ya ewlehiyê tê parastin. Kêm zêde 780 girtiyên siyasî li vir têne girtin.  Lê ji ber bûyera firarkirinê hejmarek girtî sirgunî bajarên cuda hatin kirin. Malbatên wan jî êdî neçar in ku bi hezaran kîlometre rê biçin û serdana zarokên xwe bikin. Xalîse Durudemîr, dayîka Mehfûz û Emer e, herdu kûrên wê jî girtiyên siyasî ne. Xalîse xanim dibêje, ev 21 sal in ku kûrê wê Mehfûz di girtîgehê de ye û ji nefîkirna zarokên xwe dilgiran bûye.

Dayîka Girtiyên Siyasî Xalîse Durudemîr ji Kurdistan24ê re derdê dilê xwe wiha anî ziman: “Zarokên me li wê derê bêxwedî bûn. Ew xistibûn nav odeyekê û li wan xistibûn û êşkence li wan kirin. Dibên wan rabin, radibin li wan dixin, dibêjin rûnin, dirûnin dîsa li wan dixin. Bi destên xwe por û simbêlên wan dikişînin.”

Malbatên girtiyan, bi hev re otomobîlan kirê digrin û ji bo ku zarokên xwe bibînin bi şev û rojan rê diçin. Gazindên wan ji rêxistinên saziyên sivîl jî hene û dibêjin divê ew rêxistin zêdetir alikariya malbatên girtiyan bikin. Nesîh Aslan jî birayê girtiyekî siyasî ye.

Aslan dibêje, birayê wî jî weke girtiyên din yên siyasî ne tenê ji bo xwe di girtîgehê de ye; ew ji bo maf û azadiyê hatiye cezakirin û got: “Nabêjin belkî rewşa aboriya wan kesan nebaş be, heye ku rewşa hinekan baş be ya hinekan nebaş be. Çima nabêjin em ê alikariya we bikin û hûn jî alikariya girtiyan bikin.”

Li gorî daxûyaniyên malbatan, gelek ji xizmên wan ên di girtîgehê de ne nexweş in û dermankirina wan didome. Yusuf Adanir kûrê Dawut Adanir yê ku ev 4 sal in girtî ye. Aslan, ji rewşa saxlemiya bavê xwe dilgiran e û wiha dibêje: “Ev 4 sal in ku bavê min di girtîgehê de ye. 64 sali ye. Nexweş e, 51 kîlo ye. 20 gardiyan lê dixin û perasiyên wî dişkînin.”

Di 5ê Sibatê de 6 girtiyên siyasî ji wir firar kirin. Derbarê wan de hê jî ti encam nayê zanîn. Di lêpirsina derbarê bûyerê de 11 gardiyan û 4 leşker hatibûn desteserkirin. Di encama lêpirsinê de 3 gardiyan hatin girtin, 3 leşker û 8 gardiyan jî hatin berdan. Ji ber vê bûyerê 41 girtiyên siyasî yên heman girtîgehê sirgunî bajarên rojavayê Tirkiyê hatin kirin.