"Qonaxa veguhêz bi çûn ya bi mirina Esed destpê dike"

Biryare sibe civînên Cenêv3 derbarê kirîza Sûriyê di navbera opozîsyonê û rejîma wî welatî de destpê bike.

K24-Navenda Nûçeyan

Mezintirîn Danûstandkarên Şanda Opozîsyona Mihmed Eloş ragehand ku, qonaxa veguhêz bi çûna Esed ya jî bi mirina wî destpê dike.

Derbarê gunaxa veguhêz û xalên sereke yên civînên Cenêv3 Mezintirîn Danûstandkarên Şanda Opozîsyona Mihmed Eloş di kongreyekî rojnamevanî de, li Cenêvê wiha got:"Nabe qonaxa veguhêz bi hebûne Esed ya rejîma wî destpê bike."

Derbarê daxuyaniyên Wezîrê Deve yê rejîma Sûriyê Welîd El-Mûelim, Eloş da zanîn ku, ew ti giringiyê nadin wan axiftinan.

Derbarê bipêkirina agirbesta li Sûriyê Mihmed Eloş aşkere kirk u, zêdetir ji 350 binpêkirin ji aliyê rejîmê hene, lê ew êdî bê bersiv derbarê wan binpêkirinan bê deng namînin.

Biryare sibe civînên Cenêv3 derbarê kirîza Sûriyê di navbera opozîsyonê û rejîma wî welatî de destpê bike.