Deriyên têketina Sûrê bi blokên beton tên dîwarkirin

Hêzên ewlekariya Tirkiyê hinek deriyên têketina navçeya Sûra Diyarbekirê bi blokên beton dîwar dike. Xelkê navçeyê ji avakirina dîwar nerazî ye.

K24 - Diyarbekir

Hêzên ewlekariya Tirkiyê hinek deriyên têketina navçeya Sûra Diyarbekirê bi blokên beton dîwar dike. Xelkê navçeyê ji avakirina dîwar nerazî ye.

Piştî 100 rojan operasyonên li navçeya Sûrê bidawî bûn lê belê di 3 rojên dawî de jî dengên teqîn û çekan ji navçeyê qut nebûn. Li gorî agahiyên fermî di van her 3 rojan de 15 xwenîşandarên ku nêzîkî PKKê ne canê xwe ji dest dan.

Qedexeya derketina kuçe û kolanan li ser taxa bi navê Cevatpaşa û hin kolanên Taxa Dabanogluyê hat rakirin lê belê hêzên ewlekariyê dîsa jî destûra hemwelatiyan nadin ku bikevin hemû kolanên taxa navborî.

Ji hêla din ve hejmareke zêde ya tirimbêlên leşkerî di nava kolanên ku qedexe li ser hatiye rakirin digerin. Neqeba di navbera 2 bircên li “Deriyê Çiyê” ji aliyê hêzên ewlehiyê ve bi blokên beton tê dîwarkirin. Xelkê derdorê, bertekan didin avakirina dîwarê beton û dibêjin jiyana wan bi vî awayê tê astengkirin.