Amerîka: Revîna çekdarên DAIŞê zêde bûye
K24-Navenda Nûçeyan
Wezareta Derva ya Amerîkayê ragehand ku, revîna çekdarên DAIŞê zêdebûye, da zanîn ku, rêxistina navborî di şerê xwe de zarokan bikartîne.
Derbarê vê mijarê Berdevkê Wezareta Derve yê Amerîkayê John Kerby daxuyaniyek belav kir, tê de wiha got: "Gelek çekdar ji DAIŞê revîne ji ber wê yekê, êdî DAIŞê zarokan di şerê xwe de bikartîne û wan biçek dike."
Di daxuyaniya xwe Kerby tekezî li ser wê yekê nekir ku, duh, çekdarekî DAIŞê yê bi regez Amerîkî xwe radestî Pêşmergeyên Kurdistanê kirbû, lê amaja bi wê yekê kir ku, pêwendî derbarê wê babetê de,di navbera wan û Hikûmeta Kurdistanê û Iraqê de hene.
Piştî şikestên DAIŞê li çend Navçeyên Iraq û Sûriyê, bi dehan çekdarên wê direvin û xwe radestî hêzên Kurdî dikin.