Xelkê navçeya Rezan ji ber şer koç dikin

Ji ber şer û pevçûnên di navbera şervanên Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) û hêzên ewlekariya dewleta Tirk de bi hezaran niştecihên taxa Kaynartepe ya navçeya Rezan a Diyarbekirê koçî taxên aramtir dikin.

K24 - Diyarbekir

Şevê din (14.03.2016) saet derdora 23.00ê li hinek kolanên taxa Kaynartepeyê di navbera şervanên YPSê û hêzên ewlehiyê de şer û pevçûn derketin. Di pevçûnan de 3 şervanên YPSê û polîsekî Tirkiyê canê xwe ji dest dan.

Şer û pevçûnan heta saetên serê sibehê berdewam kir. Şervanên YPSê agir berdan hinek tirimbêlan û rê li ber hêzên ewlehiyê girtin. Di saetên serê sibehê û pê de jî bi hezaran niştecihên navçeyê malên xwe bicîh hiştin. Xelkê ku tenê hinek alav bi destên xwe hilgirtin ber bi taxên aramtir ve koç kirin.

Xelkê hinek taxên din jî ji tirsa ragihandina qedexeyê malên xwe bicîh hiştin. Xelk derbarê dewlet û YPSê nerazîbûnê nîşan didin. Li taxê dibistan hatin betlanekirin. Qedexe berfirehtirî hinek rê û kolanên din jî bûn. Hêzên ewlekariyê serê kuçe û kolanan bi tirimbêlên zirxpoş girtine, rageşî didome.