Di lêpirsîna kuştina Tahîr Elçî de delîlên nû derketin

Di lêpirsîna kuştina Serokê Baroya Diyarbekirê Tahîr Elçî de hin delîlên nû derketin. Li cihê bûyerê çend guleyên din ku ji tifing û demançeyan derketine hatin dîtin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di lêpirsîna kuştina Serokê Baroya Diyarbekirê Tahîr Elçî de hin delîlên nû derketin. Li cihê bûyerê çend guleyên din ku ji tifing û demançeyan derketine hatin dîtin.

Dozgeriya Komarê ya Diyarbekirê, cihê bûyera kuştina Tahîr Elçî de duh êvarê lêkolîneke nû kir. Dihat pêşbînîkirin, guleya ku Tahîr Elçî kuştiye, ketiye nava dikanekekê. Lê di wê demê de, ji ber pevçûnan li cihê bûyerê lêgerînên berfireh nehatibû kirin.

Serdozgeriyê da xuyakirin, li dikanê çend guleyên ku ji demançe û tifingan derketine dîtine û pêşbînî dikin, guleya ku bûye sedemê kuştina Elçî jî di nav wan de ye.

Serokê Baroya Diyarbekirê Tahîr Elçî, roja 28'ê Çiriya Paşîn, li navçeya Sûrê pêş Mînareya Çarling hatibû kuştin.