Nêçîrvan Barzanî: daxwaza hevkariyên berfereh ji Amerîkayê dikin

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê radigihîne, wan daxwaziya hevkariya Amerîka di warê leşkerî û mirovî de kirine.

K24 – Hewlêr

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê radigihîne, wan daxwaziya hevkariya Amerîka di warê leşkerî û mirovî de kirine.

Di hevdîtinekê digel Nûnerê Taybet ya Serokê Amerîkayê di Hevpeymaniya Navdewletî li dijî DAIŞê Brit Mc Gurk de, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, wan daxwaz ji Amerîkayê kiriye ku hevkariyê bo hêza Pêşmege berferehtir bike.

Herwiha Barzanî ragihand, heta niha Herêma Kurdistanê di krîza darayî de derbas dibe, pêwestiya wan bêhtir bi hevkariyan di warê leşkerî û mirovî de heye.

Barzanî amaje bi wê yekê kir, heta niha hejmareke zêde ji penaberan ji ber ber terorê, berên xwe dane Herêma Kurdistanê.

Ji aliyê xwe ve, Mc Gurk tekez kir, Amerîka di piştevaniya hêza Pêşmerge berdewam dibe, bi taybetî ku Herêma Kurdistanê bi awayekî du qatî rastî krîza darayî hatiye.

Herwiha Mc Gurk  da zanîn ku, agahdariya wan ji rewşa niha ya Herêma Kurdistanê heye û niha ew guftûgoya wê yekê dikin, ku bi çi awayekî be bikaribin hevkariya Herêma Kurdistanê bikin, bo derbasbûna vê krîzê.