Xelata Mafê Mirovan û Dostaniyê çû ji Tahîr Elçî re

Serokê BAROya Diyarbekirê Tahîr Elçî, piştî ku hatibû kuştin û heta niha 112 roj e ku, kujerên wî nehatine aşkere kirin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/cc83253d-878d-4bec-95fb-9d6b79abbcc6/XelataMafpareziyaJuraBijiskaBoTahirElciHatDayin.ism/manifest

K24-Diyarbekir

Jura Yekîtiya  Tendiristkaran ya Diyarbekirê, di 19ê Adarê de, merasima dayîna xelata Mafê Mirovan û Dostaniyê li salona konferansê ya Şaredariya Diyarbekirê bi beşdariya, Nûnerên Saziyên sivîl, partiyên siyasî û endamên xwe re lidarxist.

Merasima diyarî kirinê ku her sal tê lidarxistin, îsal jî ji bu xelatkirina Serokê BAROya Diyarbekirê Tahîr Elçî ku, di 28ê Çiriya Paşînde, li ber Mîneray Çarling ya Diyarbekirê hatibû kuştin û Akademisyenên ku, ji bu rawestandina şer û pevçûnan û pêkhatina aştiyê reşnivîsek belav kiribûn û bi lêpirsîn û girtinan re rû berû mabûn pêkhat. 

Endamê Komîteya Rêvebiriya TTBê Doktor Şehmûs Gokalp, ji Kurdistan24 re ragihand ku, ew bi mebesta parastina mafê jiiyanê xebat û çalakiyan birêve dibin û hemû xebatên ku di wê hewldanê de bin girîng dibînin.

"Tahîr Elçî ji me re wek ronahiyekiye. Em tu car dev ji rêya aştî, wekhevî, demokrasî û biratiya gelan bernadin. Bi rastî ev diyarî ji bo Tahîr Elçî biçûk e, lê belê wateya wê pir mezin e."

Akademisyenê Zaningeha Kocaeliyê Onur Hamzaoglû jî li ser navê akademisyenên ku, reşnivîs imze kiribûn dazanîn ku, hêvî kirin ji her tiştî girîngtir e û ragihand ku, parvekirina vê xelatê bi Tahîr Elçî re ji bo wan cihê dilxeşiyê ye.

Hamzaoglû diyar kir ku, Kurd li vî welatî çi bixwazin wek sûc tê qebûl kirin û tê çewsandin. Wan di reşnvîsê de daxwaz ji dewletê kirine ku,  mafê jiyanê biparêze, aştiyê saz bike û daxwazên statuyê yên welatiyan berçav bigre û bi gel re dijminatî neke. Lê ev buye suc li ser wan, lê ji bo sazûmanbûna aştî û demokrasiyê jî divê ev daxwaz her bê kirin.

Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan HDPê Mulkiye Bîrtane jî ji Kurdistan24 re ragihand ku, Tahîr Elçî di seranseriya temenê xwe de, bi bê cezahiştinê re têkoşîn daye û doza maf û azadiyan kiriye. Bîrtane da zanîn ku, dewlet Elçî jî di nav de bi hezaran Kurdan dikuje û kiryarên wan jî ceza nake.

"Aliyê wî yê siyasî ew e ku naxwazin pirsgirêka serekî ya li Tirkiyeyê, pirsa Kurd were çareser kirin e. Kesên ku behsa Kurdan, Kurdî û maf û azadiyên wan dikin, an jî behsa aştiyê dikin, yek bi yek bi destê kujeran ji holê tên rakirin."

Serokê BAROya Diyarbekirê Tahîr Elçî, piştî ku hatibû kuştin û heta niha 112 roj e ku, kujerên wî nehatine aşkere kirin. Ev 3 roj e ku, lijneyeka pisporan li ciyê ku Elçî hat Kuştin lêkolînan dikin û wê lijneyê ragihand ku dê diyardeyên nû li fila wî bên zêde kirin.