Mûrad Karayilan:Pêwendiyên me bi TAKê re nîn in

Mûrad Karayilan destnîşan kir ku, pêwîste TAK di çalakiyên xwe de bidîqet tevbigere.

K24-Navenda Nûçeyan

Endamê Komîteya Rêveber yê partiya Karkerên Kûrdistan(PKK) Mûrad Karayilan ragehand ku,  wan ti peywenî bi Teurêbazên Azadiya Kurdistanê nîne, da zanîn ku, hemû çalakiyên wan napejrînin.

Derbarê pêwendiyê PKKê û TAK Endamê Komîteya Rêveber yê partiya Karkerên Kûrdistan(PKK) Mûrad Karayilan daxuyaniyek belav kir, tê de tekez kir ku, ti pêwendiyên wan bi teqîna Enqerê re nîne û wiha got: "Ji xwe yê çalakî kirî, berpirsyartiya xwe ragihand. TAK ne îro derketiye, nizanim çend sal in, lê bawerim 10-15 salin TAK heye, ew jî şêwazekî xwe heye."

Karayîlan rexne li TAKê girt û di vê derbarê de wiha got: "Em hemû şêwazên wan napejirînin,di têkoşîna me de zerer gihandina sivîlan nîne û qet nayê erê kirin, em dozeke mafdar dimeşînin, Em naxwazin ti kes zererê bibîne,divê ku em navendên leşkerî bikin armanc."

Mûrad Karayilan destnîşan kir ku, pêwîste TAK di çalakiyên xwe de bidîqet tevbigere.

Karayilan derbarê nakokiyên di navbera PKK û PDKê de jî wiha got: "Dixwazin di navbera Bakur û Başûr, di navbera me û PDKê de nakokiyan peyda bikin. Dixwazin hêzên Kurd parçe bikin û divê siyaseta Kurd di vê demê de bi berpirsyarî tevbigere."

Di heftiya borî teqînek xwekujî li Enqerê hatibû encamdan, TAK berpirsyaretiya xwe derbarê wê teqînê ragehandibû.