Tirkiye: Nasnameya êrîşkerê teqîna Stanbolê aşkere dike

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê diyar kir ku teqîna Stanbolê ji aliyê endamê DAIŞê ve hatiye encamdayîn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê diyar kir ku teqîna Stanbolê ji aliyê endamê DAIŞê ve hatiye encamdayîn.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Efkan Ala di civîneke çapemeniyê de nasnameya encamderê teqîna Stenbolê eşkere kir û got: Teqîn ji aliyê endamê DAIŞ'ê ye bi navê Mehmet Ozturk ve hatiye encamdayîn. Derbarê teqînê de 5 kes hatine binçav kirin.

Efkan Ala li ser qedexeyên derketina derve ya li bakurê Kurdistanê jî wiha got: “Li Sûr û Hezexê qedexe berdewam dike û operasyon bi dawî bûne.”

Duh, Teqînekî xwekujî li Kolana Istiqlal ya bajarê Stanbolê rû da, li gor Parêzgarê Stanbolê, di encamê de 5 kesan canê xwe ji dest dane û 20ê din jî birînarbûnê.

Ala ragihand ku qedexe li 7 navçe û navenda Şirnexê berdewam hatiye ragihandin.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê bal kişand ser amadekariyên Newrozê û got: “120 hezar polîs û 80 hezar cendirme ji bo Newrozê hatine erkdar kirin.”