Şêwirmendekî leşkerî yê Amerîkî li Mexmûrê canê xwe jidest da
K24 – Hewlêr
Li sînorê Mexmûrê, di encama ketin xwara rokêtekê li nêzîkî leşkergeheke Artêşa Iraqê, şêwirmendekî leşkerî yê Amerîkî canê xwe jidest da, 3 şêwirmendên din jî birîndar bûn.
Hevpeymaniya Navedewletî li dijî DAIŞê, îro di daxuyaniyekê de kuştina şêwirmendekî xwe li Memûrê piştrast kir û got ji encmana karekî dijminayî ew buyer hate kirin.
Hejmarek ji şêwirmendên Amerîkî bi mebesta perwerdekirina Artêşa Iraqê, bo şerê li dijî DAIŞê li leşkergehên Artêşa Iraqê dimînin.