Rejîma Sûriyê xwe dighîne bajarê Tedmûr

Ji tebaxa sala 2015an ve DAIŞê bajarê Tedmûrê kontirol kirbû, herwiha gelek şûnwarên dîrokî jî jinav birbûn.

 

K24-Navenda Nûçeyan

Hêzên rejîma Sûriyê bi piştgiriya Firokeyên Rûsyayê xwe gihandin bajarê Tedmûrê yê dîrokî.

Derbarê vê babetê de Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan daxuyaniyek belav kir tê de tekez kir ku, artêşa Sûriyê bi piştgiriya firokeyên Rûsyayê ku, evbûbû demeke biberdewamî ew dever bombebaran dikirin giheşt bajarê Tedmûrê.

Rewngehê da zanîn ku, Artêşa Sûriyê gelek dever li derdora wî bajarê dîrokî ji bin destê DAIŞê kontirol kirin û her dibe ji bajêr nêzîk dibe daku bitemamî wî bajarê dîrokî kontirol bike.

Ji tebaxa sala 2015an ve DAIŞê bajarê Tedmûrê kontirol kirbû, herwiha gelek şûnwarên dîrokî jî jinav birbûn.