Tirkiyê 7 gûmanbarên DAIŞê serbest berdan
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Tirkiyê 7 gûmanbarên bi doza DAIŞê dihatin darizandin hatin berdan.
Li Tirkiyê, 7 kesên di çarçoveya lêpirsîna rêxistinîbûna DAIŞê de bi awayekî girtî dihatin darizandin, hatin berdan. Di nava girtiyan de Halis Bayuncuk jî hebû ku wekî berpirsê DAIŞê yê Tirkiyê tê zanîn.
Gûmanbarên ji girtîgeha Silivriye hatin berdan ji aliyê karwaneke wesayît û gelek kesan ve hatin pêşwazîkirin. .
Serbestberdana van kesên bi doza endamtiya DAIŞê dihatin darizandin, bi taybetî li ser torên civakî rastî nerazîbûneke mezin hat.