Keça Êzdî li Washingtonê çêroka xwe dibêje
K24 – Navenda Nûçeyan
Keça Kurd ya Êzdî Nadya Murad yak u ji destê DAIŞê hatiye rizgarkirin, niha nûnertiya keç û jinên Êzdî dike, çêroka trajîdî ya xwe ya û bi sedan jinên Êzdî yên dîlgirtî dibêje, vê carê jî li bajarî Arlington Washingtonê, behsa çêroka xwe dike.
Nadya Murad li Washingtonê ragihand, 11 kes ji malbata wê ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatin kuştin, ew jî wek “Sebî”bikar anîn û veguhatin Mûsilê.
Nadya got jî: “Ew çend caran ji aliyê dadgeha DAIŞê ve kiribûn musilman. Herwiha ew keçên di jêr temem 12 salî jî, wek sebî dihatin kirîn û firotan.”