Demîrtaş bo CHPê: bo komkujiyan we pirsek ji hikûmetê kir?

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di Kongireya Awarte ya KCDyê de rexneyên tund li Serokê Partiya Gel a Komarî Kemal Kilicdaroglu girt û da zanîn, li şûna CHP kiryarên AK-Partiyê şermezar bike HDPê rexne dike.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/27d4c398-ade8-476c-9ca4-cb5adff61457/demrtash.ism/manifest

K24 – Diyarbekir

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di Kongireya Awarte ya KCDyê de rexneyên tund li Serokê Partiya Gel a Komarî Kemal Kiliçdaroglu girt û da zanîn, li şûna CHP  kiryarên AK-Partiyê şermezar bike HDPê rexne dike.

Hevserokê HDPê  Selahattîn Demîrtaş rexne kir û ragihand, CHP xwe wekî partiyek sosyal demokrat binav dike lê ew berpirsiyariya demokrasiyê cibicî nakin. Demîrtaş herwiha rexne li hikûmeta Tirkiyê jî girt û diyar kir, ku li Tirkiyê partiya herî zêde piştevaniya teror û terorîstan dike AK-Parti ye.

Demîrtaş rene li Kiliçdaroglu girt û got: “li Cizîrê 200 ciwan di jêrzemînan de şewitandin,m 70 cenaze li morganan nehatine naskirin, Tu serokê partiyeke rexnegir î,  rojekê here Cizîrê, heger tu neçû jî pirsekê ji hikûmetê bike. Wek qesabê Bosneyê Davutoglu fermana komkujiyê da, vê şermezar bike.”

Herwiha Demîrtaş got jî: “Birêz Kiliçdaroglu 4 meh in tang û çekên li nava bajaran bikar tên, ma rojekê pirsek ji hikûmetê kir? Ma cihên tank û topan li nava bajaran in, ti yasya nîn in ku li cihên sivîlan tank û top bêne bikaranîn.”