Li çiyayên Amanosan şer û pevçûn derket

Li bakurê Kurdistanê Çiyayên Amanosan 2 gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê PKKyê canê xwe ji dest dan û 2 leşkerên Tirk jî birîndar bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bakurê Kurdistanê Çiyayên Amanosan 2 gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê PKKyê canê xwe ji dest dan û 2 leşkerên Tirk jî birîndar bûn.

Hat ragihandin ku li bajarê Entakyayê navçeya Kirikhanê Çiyayên Amanosê dema artêşa Tirkiyê dest bi operasyonê kiribû rastî komeke çekdarên PKKê hatine û di navbera wan de pevçûnek dijwar derketiye. Li gor zanyariyên dawî di encama pevçûnê de 2 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dane û 2 leşker jî birîndar bûne. Leşkerên birîndar li nexweşxaneyê hatin vegûhestin.

10 roj berê jî dîsa li heman deverê li dijî wesaîteka leşkerî êrîşek bombeyî hatibû kirin, lê belê ti mirî an jî birîndarî çê nebûbû.