Bajarê dîrokî Palmêra ji destê DAIŞê hat derxistin

Palmêra bajarê dîrokiyê yê Sûriyê, nêzîkî salekê di destê DAIŞê de ma, ku di demê desteserkirinê de çekdarên DAIŞê gelek perestegeh û şûnewarên wî bajarokî jinav birin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/fe87aaba-9825-4790-97a1-6d85f7d7d2f6/Palmyra-Syria.ism/manifest

K24 – Navenda Nûçeyan

Palmêra bajarê dîrokiyê yê Sûriyê, nêzîkî salekê di destê DAIŞê de ma, ku di demê desteserkirinê de çekdarên DAIŞê gelek perestegeh û şûnewarên wî bajarokî jinav birin.

Ev bêhtir ji heftekiye hikumeta Sûriyê bi piştevaniya Ffirokeyên Rûsî dest bi oprasiyona kontrolkirina wî bajarê dîrokî kirine, ku di dawiya pêşhateyan de artêşa Sûriyê dest danî li ser kelha dîrokî ya wî bajarî.

Hin rapor behsa wê yekê dikin ku artêşa Sûriyê dest daniye ser kelha dîrokiya Tedmurê, ku li ser gelek naçeyên şûnewarî yên giring dikeve , ku li serdemê Imbratoriya Romaniyan vedegre.

dema ku DAIŞê di Gulana 2015an de dest danî ser bajarê Tedmurê, gelek perestgeh û gorastanên dîrokî jinav birin, ku di wê demê de rêxistina UNISCOyê ew karê DAIŞê bi tewaneke cengî binav kir.

Lê di hin wêneyan de tê xuyakirin ku hîn, hin peyker û avahiyên dîrokî  wek xwe mane. DAIŞê ne tenê cihên şûnewarî jinav birin di demê kontrolkirina wî bajarî de. Herwiha di ancama komkojiyekê de jî li wî bajarî bêtir ji 400 kesî kuşt,  ku di nav wande zarok jî hebûn.

Herweha, bêtir ji 20 leşkerên artêşa Sûriyê di Şanoya Romanî de bidarve kirin, ew bidarvekirin li ser destê hin zarokên ku ji aliyê wê ve hatibûn perwerdekirin, hate pêkanîn.

Di Tebaxa 2015an de jî Rêveberê Şûnewaran li Sûriyê  yê berê Xalid el- Esed bidarve kir.

Bajarê Tedmurê ku bi ser parêzgeha Himsê ve ye, yek ji giringtirîn bajarên şûnewariyê di cîhanê de ye, navê wê kevintirîn nav bû ku di destenivîsên Babiliyan de derket. Giringiya wê ew bû, ku bû peytexta giringtirîn şaneşînên rojhelat (Şaneşîna Tedmurê), ku di wê demê de hevrkiya Romayê dikir.

Palmêra bi dewlemendbûna xwe dihat naskirin û di wê demê de navendeke aborî bû, gelek avahî, perestgeh, dergehên dîrokî, şano û kelheke dîrokî li xwe digre, ku bi salane geştiyar ji seranserî cîhanê seredana wê dikirin.

Roja 23 Tebaxa 2015an, çekdarên DAIŞê perestgeha “Bal Şimîn”ê ya tedmurê ya dîrokî bi tebabeke mezin ji teqemeniyê teqandin, ku beşeke mezin ji perestgehê hat wêrankirin.

Rêvebera Giştî ya UNESCOyê Irina Bokova amaje bi wê yekê kir ku “Wêrankirina bipilan a DAIŞê ji çand û keltura Sûriyê re, armanc jê bêparkirina gelê Sûriyê ji zanist, nasname û dîroka wê re ye.”

Li gor UNESCOyê perestgeha “Bal Şimîn” yek ji girîngtirîn û bedewtirîn avahiyên dîrokî ye, dîroka wê jî vedigere 2 hezar sal.