Dengvedana sondxwarina Leyla Zana berdewam e

Leyla Zana ji aliyê hemû Kurdan wekî semboleke neteweyî tê qebûl kirin û tê çawerêkirin ku, ev fişara dawî ya li ser Zana rastî nerazîbûneke mezin were.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/d30485b7-81f1-4a4c-bebe-b463af981b36/LeylaZana.ism/manifest

K24-Enqerê

Dengvedana sondxwarina Parlamentera HDPê yê Agiriyê Leyla Zana berdewam e. Rawêjkar, Sekreter û Karmendên Zanayên li parlamentoyê ji erka xwe hatin dûrxistin û têîdîa kirin ku odeya bo Zana hatiye veqetandin jî wê bê betal kirin.

Di merasîma sondxwarina hilbijarinên 1ê Mijdarêde Leyla Zana bi hevokeke Kurdî ya wek " Bi hêviya aştiyeke bi rûmet û mayinde" dest bi sonda xwe kir û şûna NeteweyaTirk gotibû NeteweyaTirkiyê. Sonda  Zana ji aliyê Serokê Parlamentoyê yê Demkî Deniz Baykal ve nehatibû qebûlkirin.

Ji ber vê yekê jî di26 Heyama Parlamentoya Tirkiyê de,Leyla Zana ew maf bi dest nexist ku beşdarî kar û xebatên parlamentoyê bibe û herwiha mûçeya xwe ya parlamenteriyê jî wernagire

Qeyran bi ji kardûrxistina 3 alikarên Zana gihişt qonaxeke nû û bi taybet jî di proseya rakirina parêzbendiyan de rûdana vê bûyerê wekî tiştekî balkêş hat nirxandin.

Derbarê vê mijarê Parlamenterê HDPê

Behçet Yildirim ji K24ê re wiha got: "Jixwe Leyla Xanimê sondxwaribû, dive hatiba qebûlkirin, serokê parlamentoyê jî nêrînek bi vî awayî hebû, dabû zanîn ku wan xebatek heye ku ew metnason dêyekser bêguherandin. Parlamenterên ku di çarçoveya lêpîrsîna Ergenekon de hatin darizandin jî rastî vê neheqiyê nehatibûn, ev e bi taybet bo leylaxaninê hatiye kirin, kiryareke polîtîk û gelekî xelet e, em bi tu awayî qebul nakin"

Babeta sondxwarina Leyla Zana bi awayên cuda her dirojevê de cihê xwe parast

Zana di 22ê Rêbendanê de jî ji bo gotûbêjkirina aloziya Bakûrê Kurdistanê xwestibû di gel Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bicive lê belê Erdogan jî ji bo pêkhatina civinê wek şert dûbarekirina sondê dabû pêş. Lê Zana dîsa jî sonda xwe dûbare nekir.

Derbarê vê mijarê Serokê Komeleya Mafê Mirovan-Parêzêr OzturkTurkdogan ji K24ê re wiha axifî:"Niha li Tirkiyê pergala dadê li dijî Kurdan dimeşe. Divê ev kiryar wekî fişar li ser tevahiya Kurdan bêdîtin û divê Birêz Barzanî jî mudaxaleyî Meseleyê bike. Heger birêz Barzanî mudaxale bike egere ku ev bibe boneyek bo Kongreya Neteweyî ya Kurd ya li Hewlêrê li dar bikeve.

Ji ber ku Ocalan xwestibû Zana bibe Hevseroka KonreyaNeteweyî ya Kurd.Êdîne bi tenê Leyla Zana, lê hemû Kurdan têkildar dike"

Di sala 1991an de Leyla Zana bi heman şêweyî li parlamentoyê sondxwaribû û di wê demê de rastî helwesteke hişk hatibû. Herwiha diAdara 1994an parêzbendiya wê hatibû rakirin û bi 15 salên girtîgehê hatibû cezakirin. Leyla Zana ji aliyê hemû Kurdan wekî semboleke neteweyî tê qebûl kirin û tê çawerêkirin ku, ev fişara dawî ya li ser Zana rastî nerazîbûneke mezin were.