Li Nisêbînê polîsekî Tirikyê hate kuştin

Li Nisêbînê arteşa Tirkiyê cih û malan dide ber topan û ji navçeyê dûman bilind dibin. Dengê topan li navçeyên din ên bajêr jî tên bihîstin.

K24-Navenda Nûçeyan

Li bakurê Kurdistanê navçeya Nisêbînê polîsek û leşkerek hate kuştin.

Li bajarê Mêrdînê navçeya Nisêbînê ji 14ê Adarê ve derketina derva qedexe ye û şer û pevçûnên dijwar rûdidin. Herî dawî jî îro, li navçeyê dinav bera endamên Yekineyên Parastina Sivîl YPSyê û hêzên ewlekariyê de şer derket. Di encamê de leşkerek bi çekê qenasê hate kuştin. Polîsek jî di encama teqandina bombeyekî giran birîndar bû lêbelê ew jî li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Li Nisêbînê arteşa Tirkiyê cih û malan dide ber topan û ji navçeyê dûman bilind dibin. Dengê topan li navçeyên din ên bajêr jî tên bihîstin.