Serkirdeyekê YNKyê: Kurd bi zorê xwe girdaye bi Îraqê ve.

Endamekê Yekêtîya Nîştîmanî ya Kurdistan(YNK)yê ragehand, niha Kurd bi zorê xwe bi Îraqê ve girêdaye, rewşek hatîye pêşîya me ku me hîç peywendî bi Îraqê ve nemaye. Her li ser evê pirsê Partîya Dîmukratî ya Kurdistan (PDK)yê li Silêmanîyê li ser evê pirsê dibêje: Hind nemaye milmilanê ya nedurista Hizabî, pirsa serxwebûna Kurdistanê pişik bike.

K24- Hewlêr:

Endamekê Yekêtîya Nîştîmanî ya Kurdistan(YNK)yê ragehand, niha Kurd bi zorê xwe bi Îraqê ve girêdaye, rewşek hatîye pêşîya me ku me hîç peywendî bi Îraqê ve nemaye. Her li ser evê pirsê Partîya Dîmukratî ya Kurdistan (PDK)yê li Silêmanîyê li ser evê pirsê dibêje: Hind nemaye milmilanê ya nedurista Hizabî, pirsa serxwebûna Kurdistanê pişik bike.

Di hevpeyvîneka taybet de bo Kurdistan24, Mistefa Çawreş, endamê serkirdatî ya YNKyê ragehand: Herçende berê em bi Îraqê ve hatine girêdan, lê neha me bi xurtî xwe bi Îraqê ve girêdaye, rewşeka weha hatîye pêşîya me ku me hîç tişt li gel Îraqê nemaye.

Got jî: wek gelê Kurd û Pêşmerge em daxwaza her tiştekê ji Bexdayê dikin ku mafên me ne jî, lê Bexda bo me dabîn nake. Her kesek jî ji Bexda devê xwe diveke nerîna wan li ser me xirabe.

Faris Newrolî, gotebêjê serkirdatî ya Partîya Dîmukrtî ya Kurdistan(PDK)yê li Silêmanîyê, got: Kawdanên ku Rojhilat a Navîn û Cîhan pê re dibûre, weha dihê berçav ku nexşe ya deverê careka dî bihê darijtin, lew bi nerîna min rewş gelek hilkevtîye bo encamdana rifrandomê li Herêma Kurdistanê.

Herweha got: Cihê daxê ye milmilanê ya nedurista hizbî li Kurdistanê wek çawa her tişt pişik kirîye, pirsa serxwebûnê jî pişik kirîye, ku ne pêdivîye, belku pêdivîye niha mala kurd bihê rêkxistin. Me li her tiştek din cudahî heye lê pêdivîye me li ser pirsa rifrandomê û serxwebûna Kurdistanê em yek nerîn û yek hilwêst hebe.

Ebûbekir Karwanî, endamê serkirdatî ya Yekgirtû ya Îslamî dibêje: Rewş gelek hejîye bo hizirkirinê li pirojeyeka weha daku bikevîn di qonaxa piştî fîdralîyê, çunku forma fidralîyê li Îraqê hevrûşî şikestê bûye û pirsa Kurd mezin bûye.

Behsa ewê yekê jî kirk u Em weku Kurd nekarîn pişkeka suriştî bîn ji Îraqê, niha dema evê pirojeyê ye, lê cihê daxê ye hindurî Kurdistanê pêdivî ye kar li ser bihê kirn, daku bihê bilindkirin bo veqoztin a wê qonaxa dîrokî.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/e2b1385b-41aa-4490-b02a-87b25af84dcd/prsi%20serbexoiy%20slemani.ism/manifest