HDPê kongreyeke awarte lidar dixe

Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) liqa Stenbolê Kongreya Awarte ya Yekemîn 10 Nîsanê 2016'an li Bakirkoyê Salona Werzîşê ya Girtî ya Sînan Erdem dê bê lidar dixe.

K24 – Stanbol

Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) liqa Stenbolê Kongreya Awarte ya Yekemîn 10 Nîsanê 2016'an li Bakirkoyê Salona Werzîşê ya Girtî ya Sînan Erdem dê bê lidar dixe.

Partîya Demokratîk ya Gelan HDP) liqa Stenbolê 10 Nîsanê 2016'an bi navê "Ji bo azadîyê li ber xwe didin, ji bo demokrasîyê rêxistinî dibin" Kongreya Awarte ya Yekemîn li dar dixe. Bo sedema kongreya awarte civîneke çapemenîyê hate dirustkirin.

Bo sedema kongreya awarte di civîneke çapemenîyê parlamenterê HDP'yê yê Stenbolê Erdal Ataç dîyar kir ku, ji hêla HDP'yê ve projeyê ku pêk tên dewlet binpê dike.

Ataç di berdewamîya axaftina xwe de wiha got: "HDP wekhevî û aştîyê dixwaze lê hikûmeta AKP'yê vê yekê binpê dike. Bi vê kongrê emê daxwazên xwe yê aşitîyê bi hêztir bikin."