Asayîşa Rojava hişdariyê dide welatiyan

Berî niha Desteya Tendûristiya kantona Cezîrê mirina 7 kesan bi vexwarineke kiholî bi nave El-Reyan ragehandibû.

K24-Qamişlo

Piştî ku,7kes li bajarê Qamişlo bi vexwarineke kiholî bûne qurbanî, li gor Desteya Tendirûstiyê li kantona Cezîrê ragehandî, Asayîşa wî bajarî hişdariyê dide welatiyên Rojava ku, ti vexwarineke kiholî yên çêkirina navxweyî bikar neynin.

Derbarê wê hişdariyê Asayîşa Rojava li Bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek belav kir, tê de wiha hatibû gotin: "Bi sedema belavkirina vexwarineke kiholî çêkirina wê navxweyî yeû tê de madeyekî şehrî heye dibe sedema mirina mirovan, em hişdariyê didin hemû welatiyan hişyardikin ku, dûrî wan vexwarinên ku goman li ser heye bibin."

Di daxuyaniyê de Asayîşa Rojava daxwaz ji welatiyan kirk u, wan li ser cihê gomankirî bi firotina wan vexwarinan bikin.

Berî niha Desteya Tendûristiya kantona Cezîrê mirina 7 kesan bi vexwarineke kiholî bi nave El-Reyan ragehandibû.