Kerry jineke Kurdên Êzdî xelat dike

Li nivîsgeha Wezareta Derve ya Amerîkayê, bi amadebûna Wezîrê Dervê John Kerry, merasîma xelatkirina jinên wêrek li cihanê dest pê kir, jineke Kurdên Êzdî jî di nava lîsta jinên berbijêr de ye bo xelata îsal ya Wezareta Derve yê Amerîkayê.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/8c977dcd-0d65-4c39-956a-e41f8a489de9/xallaaat.ism/manifest

K24 – Navenda Nûçeyan

Li nivîsgeha Wezareta Derve ya Amerîkayê, bi amadebûna Wezîrê Dervê John Kerry, merasîma xelatkirina jinên wêrek li cihanê dest pê kir, jineke Kurdên Êzdî jî di nava lîsta jinên berbijêr de ye bo xelata îsal ya Wezareta Derve yê Amerîkayê.

Di ragihandinekê de, ku wêneyek jê bo malpera K24ê hate şandin, nivîsgeha Kunsulxaneya Giştî ya Amerîkayê li Hewlêrê ragihand, di nava berbijêrên xetaltkirinê de navê çalakvan û diktorê Kurdên Êzdî Dr. Nexem Hesen heye.

Di merasîma xelatkirinê de Kerry ragihand û got: “Dr. Nexem Newzad Hesen, ji ber azayitî, wêrekî, bi hawarçûna Kurdên Êzdî û jinên Êzdî, rêzê lê digirin. Ey jina azad.”

Bi awayekî salane, xilata Wezareta Derve bo jinên wêrek yên cîhanê tê belavkirin, wek rêzgirtinek ji jinên li ser asta cîhanê bi wêrekî, pêşengî û bêhempabûna xwe tomar kirine, di berevniya di ber aştî, dadperwerî, mafên mirovan, wekhevî û karînên wan li beramberî metirsiyan.

Dr. Nexem, çalakvan û diktoreke Kurdên Êzdî ye, kar bo çareserkirina jin û keçên ku ji destê DAIŞê ve hatine rizgarkirin.

Di sala 2007an de, Dr Nexem ronahî da  ser mafên mirovan û pirsgirêkên jinan, bi hevbeşî ligel çend rêxistinên li deşta Mûsilê û Şingalê.

Gava DAIŞê Şingal di havîna 2014an de girt, Dr. Nexem xwe xiste xizmeta jin û keçên Êzdî yên ji nava destê DAIŞê dihatin rizgarkirin.