Qamişlo: Ji ber vexwarina meyê 7 kesan canê xwe jidest dane

Li Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê ji ber vexwarina meyê 7 kesan canê xwe dest dan, hin kesên din jî rewşa wan ya tendirustî pir xerabe.

K24 – Qamişlo

Li Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê ji ber vexwarina meyê 7 kesan canê xwe dest dan, hin kesên din jî rewşa wan ya tendirustî pir xerabe.

Li Rojavayê Kurdistanê li bajarê Qamişlo di encama vexwarina meyê ji cûreyên (Elreyan û kefreya), nêzîkî 18 welatiyan bo nexweşxaneyên bajarê Qamişlo hatin veguhastin, ji nava wan heta niha 7 kesan canê xwe jidest dane.

Cîgirê Serokê Desteya Tenduristiyê li Qamişlo Silêman Ehmed ji K24ê re ragihand û got: “Li gorî agahdariyên nexweşxanê 7 kesan jiyana xwe ji dest dan, herweha hindek welatiyên din jî jiyana ji dest dan. ji derveyî nexweşxanê, di encamên lêkolîn û lêpirsînan de diyar bû ku sedemên van tiştan 2 cûreyên meyê bûn.”

Bandora vexwarina van herdu cûreyên meyê, li rewşa tendirustî ya kesên meyvexwar kir, ku hejmarek ji wan canê xwe jidest dan û hindek ji wan kûr bûn. Herweha ziyaneke xerab gihişte mejiyên wan.

Asayişa Rojavayê Kurdistanê piştî lêkolîn û lêpirsînan, dest danîn ser kargehên van herdu cûreyan û biryar e kesên berpirsyar di riya dadgeha gel de bêne cezakirin.