PKK li Brukselê careke din kon veda

PKK li paytexta Belçîkayê Brukselê carek dîtir kon veda. Serokomarê Tirkiyê hê berê vedana konê rexne kiribû.

K24 – Navenda Nûçeyan

PKK li paytexta Belçîkayê Brukselê carek dîtir kon veda. Serokomarê Tirkiyê hê berê vedana konê rexne kiribû.

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), di dema civîna Yekîtiya Ewropa ya bi Tirkiyê re, li Brukselê piştî avahiyê kon vedabû. Di encama gilî û rexneyên rayedarên Tirkiyê kon hatibû rakirin.

Îro dîsa li heman meydanê kon hat vedan û dora konê alayên KCK'ê û wêneyên Rêberê PKK'ê Abdula Ocalan hatin bicihkirin.

Hat ragehandin, destûr hatiye dayîn ku heta 1e Nîsanê kon dê vedayî bimîne.

Li dora konê afîş û nivîsên dijî Erdogan û her wiha şermezarkirina şer û pevçûnên bakurê Kurdistanê hatin daleqandin.