Derwêş: Ferderalîzma Rojavayê Kurdistanê defakto ye
K24 – Navenda Nûçeyan
Endamê Nûnertiya Rêveberiya Xweser li Silêmaniyê dibêje, ti bandora daxuyaniyên Esed li ser ragihandina ferderalîzma Rojava û Bakurê Sûriyê nîn e.
Endamê Nûnertiya Rêveberiya Xweser ya Rojavayê Kurdistanê li Silêmaniyê Hoşeng Derwêş ji bultena “Êvarname” a K24ê re derbarê daxuyaniya Serokê Sûriyê de ragihand, ti bandora daxuyaniyên Esed li ser ragihandina ferderalîzma Rojava û Bakurê Sûriyê nîn e, ji ber ku hemû pêkhateyên Sûriyê mafê xwe yên rewa di wê federalîzmê de bikar anîne.
Derwêş derbarê ragihandina federalîzmê de got jî: “Gava federalîzm li Başûrê Kurdistanê hat ragihand, Tirkiyê û gelek hêzên din li dijî wê sekinîn, lê piştre bû defakto, li Rojavayê Kurdistanê jî dê bibe defakto.”
Derwêş amaje kir ku, helwesta Amerîka û Rûsyayê nêzîkî ferderalîzmê yê û vekirî ye, lê rêjîm û opozîsyona Sûriyê li dijî federalîzmê hevnêrîn in.
Serokê Sûriyê Beşar Esed di hevdîtinekê li gel çend medyayên Rûsî de derbarê pirsa li avakirina sîstema federalîzmê de gotibû: “Piraniya Kurdan di siya Sûriyayeke yekgirtî û bi sîstema navendî dixwazin bijîn. Divê em cudahiyê têxin navbera hin Kurdên ku federalîzmê daxwaz dikin û hemû Kurdan.”
Derbarê gotinên esed de, Derwêş got: “ENKS, TEV-DEM û hevalbendên wê, di rêkeftinên li Hewlêr û Dihokê de her du hêzan li ser sîstema federalîzmê li Rojavayê Kurdistanê îmze kirin.”
Derwêş amaje bi daxuyaniya Sekerterê Giştî ya Partiya Demokratîk a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê Hemîd Hac Derwêş kir û got: “Mamoste Hemîd daxwaz kir ku endamên Kurd di danûstandinên Cenêvê de xwe vekişînin û her du aliyên Kurdî li hev rûnin. Bila em baş bizanin ku du nêrîn û siyasetên cuda hene, du nêrînên di çareseriya pirsa Kurd li Sûriyê heye. Heger ENKS di vê federalîzmê de beşdar bibe, divê yekem gav xwe ji nava Îtîlafê vekişîne.”