Nerazîbûn li dijî îstimlak kirina Sûra Amedê zêde dibe
K24-Amed
Nerazîbûn û xwepêşandanên li dijî îstimlak kirina Sûr a NavçeyaAmedê her diçe zêtir dibe. Di nav 4 rojên borî de bi sedan saziyên sivîl û partiyên siyasî bi daxuayanî û xwepêşandanan nerazîbûnên xwe ragihandibûn.
Meclîsa Ekolojiyê ya Amedê jî di 31ê Adarê de, li ber kela Amedê civiyan û Îstimlak kirina navçeya Sûrê wek destserdagirtina malên welatiyan û ciyên dirokî pênase kir.
Li ser navê Meclîsa Ekolojiyê Zilkuf Guneş, dazanîn ku dewlet dest dide ser malên gel û mafên wan binpê dike. Divê dewleta Tirk dev ji van rê û rêbazên li dijî mafên civakî û dest danîna li ser avahî û ciyên dîrokî berde.
Biryara Îstimlak kirina Sûr a navçeya Amedê û Cizîr û Silopiya navçeyên Şirnexê, ji aliyê Lijneya Wezîran yên Hikûmeta Tirkiyeyê ve di 26ê Adarê de, wek resmî hatibû ragihandn.