Li Tirkiyî komîsyonek bo astengkirina destdirêjiya li ser zarokan

Ev komîsyon dê li ser bûyerên destdirêjiyê bi awayekî berfireh dê lêkolînan bike.

 

K24-Enqerê

Bûyerên destdirêjiyê yên li ser zarokan ku li çend bajarên Tirkiyê rû da dê ji aliyê komîsyona ku ji aliyê meclîsê ve hat avakirin wê were şopandin. Wezareta Dadê ya Tirkiyê ragihand ku di nav 5 salan destdirêjiya li ser zarokan ji 600 hezaran derbas bûye.

Li hinek deverên Tirkiyê, li saziyên fermî û taybet, bi taybetî li dibistan û fêrgehan destdirêjiyên li ser zarokan rû da. Piştî bihîstina bûyerê derheqê mamosteyek û peywirdarek de lêpirsîn hatin destpêkirin û ji karê xwe hatin dûrxistin.

Bûyerên destdirêjiyê tesîreke nebaş dide ser derûniya zarokan. Psikiyatrîst Mahîr Yeşîldal dibêje zarokên bi bûyerên wiha re rû bi rû dimînin divê bo dermankirina psîkolojîk yekser biçin cem bijîşkan.

Derbarê vê yekê Psikiyatrîst Mahîr Yeşîldal:"Divê pêşî zarok li ser mahremiyetê bên perwerdekirin. Dema zarok ji malbata xwe re qala destdirêjiya ku lê hatiye kirin dike malbat jê bawer nake. Mixabin civata me ji ber ku parastweriye li ser mijarên wiha zêde ranaweste."

Li gor amarên Wezareta Dadê ya Tirkiyê di navbera salên 2008 û 2013an de ji zêdeyî 600 hezar zarok rastî destdirêjiyê hatine. Lê belê gelek bûyerên wiha hene ku, tê veşartin nayê gotin loma jî tu berpirs ceza naxwin.

Hiqûqnas Fuat Soylemez li ser meseleyê wiha dibêje: Cezayên ku ji sûcdaran re tê dayîn ne cezayên giran e.

Herwiha axiftina xwe bo K24ê domdike û dibeje: "Niha wek hiqûqî bo zarokên ji 15 salî biçûktir kirdarî hene divê ji bo zarokên heya 18 salî jî kirdarî bibe. Tedbirên hiqûqî jî têrî nake hewceye civat hişyar be û were agahdarkirin. Dema malbat gilî li dadgehê neke der heqê sûcdaran de tu tişt nayê kirin."

Nûnerên opozisyona siyasî der barê mijarê de daxwaza tedbîrên pêwîst dikin. Li parlamentoyê piştî nîqaşên dirêj avakirina komîsyona astengkirina destdirêjiya li ser zarokan hat pejirandin. Ev komîsyon dê li ser bûyerên destdirêjiyê bi awayekî berfireh dê lêkolînan bike.