Guleyên artêşa Tirkiyê bi ser Qamişlo de tên

Ji encama operesyonên leşkerî yên Artêşa Tirkiyê li Nisêbîna Bakurê Kurdistanê, teqe û guleyên artêşa tewş bi ser bajarê Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê de tên.

K24 – Qamişlo

Ji encama operesyonên leşkerî yên Artêşa Tirkiyê li Nisêbîna Bakurê Kurdistanê, teqe û guleyên artêşa tewş bi ser bajarê Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê de tên.

Ji roja 13ê Adarê ve, li Nisêbînê qedexeya derketina derve hat ragehandin, ji encama operesyonên artêşa Tirkiyê yên leşkerî,  îro li bajarê Qamişlo guleyên Artêşa Tirkiyê bi ser mezkeftekê de hatin.

Peyamnêrê K24ê li Qamişlo ragihand, mal, dikan û mizgeftên Qamişlo di 48 demjimêrên borî de, bi awayekî tewş rastî  guleyên artêş Tirkiyê dibin, ku di encamê de ciwanek li taxa Qidûrbek di sere xwe de birîndar bû, heta niha rewşa wî ne cîgir e.

Bajarê Nisêbînê kêmî 1 k.m dûrî bajarê Qamişlo ye, ji dema ku şer û pevçûn lê qewimîne, neşteciyên Qamişlo ji ber dengê top û bombeyan di metirsiyê de dijîn, nemaze piştî ku ev top û gule sînor derbas dikin û mal û xelkên Qamişlo rastî wan tên.