Xwepêşandanek bo yekrêziya siyasî li Rojavayê Kurdistanê

Bi armanca yekrêziya siyasî ya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê, Yekîtiya Ciwanên Kurdistana Sûriyê xwepêşandanek li Qamişlo birêve bir.

K24 – Qamişlo

Bi armanca yekrêziya siyasî ya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê, Yekîtiya Ciwanên Kurdistana Sûriyê xwepêşandanek li Qamişlo birêve bir.

Xwepêşandan ya bi armanca yekrêziya hêzên Kurdî li Sûriyê hate birêvebirin, berpirsên wê diyar dikin, ku ewê di karê xwe de berdewam bin, ta armancên xwe pêk bînin. Herwiha ji ber ne beşdariya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û tevgera civaka demukrat TEVDEMê mixabiniya xwe anîn ziman.

Endamê Komîta Rêveber ya Xwepêşandanê Hemîd Hisên ji K24ê ra axivî û got: “Me dixwast ku her du hêz ENKS û TEV-DEMê tevlî çalakiya me bibin û nakokiyên xwe bi aliyekî din, bo mafê gelê Kurd. Çi hevdîtinên navdewletî çê dibin, mafê gelê Kurd tê xwarin. Em hêvîdar in dengê me bigehe her du hêzan.”

Hin aliyên siyasî yên beşdarî xwepêşendanê bûn, piştgiriya xwe bo destpêşxeriya ciwanên Kurdistana Sûriyê diyar kirin. Herwiha doz ji aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê kirin, ku li ser masa guftûgoyê rûnên, ta mafê gelê Kurd bidestxînin.

Endamê Polîtbîroya Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurd li Sûriyê Faris Usman jî ji K24ê re got: “Me xwast ku em bidin xuyankirin ku em daxwaza mafê Kurd di Ferderalîzmê de dikin. Em wek Partiya Pêşverû projeyeke me heye, ku şandek Kurdî ya serbixwe bişînin Cenêvê.”

Destpêşxeriya Ciwanên Kurdistana Sûriyê, armancên wê yekrêziya siyasî ya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê ye, herwiha avakirina hêzeke leşkerî hevbeş e.

Tevî ciwanên Kurd tekez dikin ku ewê di karê xwe de berdewam bin, lê hin şopîner dibînin ku bêdengiya her du aliyên siyasî yên sereke ENKS û TEVDEMê dê karê ciwanan bê sûd bike.