Doza Can Dundar û Erdem Gul hat paşxistin

Şandeya dadgeha cezayê giran a 14'emîn a Stenbolê derbarê doza du rojnamegeran Can Dundar û Erdem Gul de biryara darizandina bêgirtiyê. Doz bo 22'ê Nîsanê hat paşxistin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/1d1d6e03-df53-4839-ac98-60366128c695/DozaRojnamegeran.ism/manifest

K24 – Stanbol

Şandeya dadgeha cezayê giran a 14'emîn a Stenbolê derbarê doza du rojnamegeran Can Dundar û Erdem Gul de biryara darizandina bêgirtiyê. Doz bo 22'ê Nîsanê hat paşxistin.

Derhênerê Weşana Giştî yê rojnameya Cumhuriyetê Can Dundar û Nûnerê heman rojnameya Cumhuriyetê yê Enqereyê Erdem Gul ji ber nûçeyên der barê saziya saloxgeriya Tirkiyê de ku barhilgirên tê de çekên giran hebûn aşkere kirin li dadgeha Çaglayanê ya Stenbolê hatin darizandin.

Rojnameger Can Dundar dest nîşan kir ku karê ku dikin rojnamegerî ye. Sûceke mezin û navneteweyî eşkere kirine û ev ji gel tê veşartin.

Dundar ji got: “Her çiqas ev mesele were veşartin zêdetir belav dibe. Muhîmmatên ku li Edeneyê ji barhilgirê derketin li hemû dinyayê belav bû. Serokkomar Erdogan û saziya saloxgeriyê wek şopîner tev li dozê dibin lê belê divê wek kesên tawanbar bihatana darizandin.”

Ji bo parastina her du rojnamegeran ji zêdeyî 500 parêzer serî li dadgehê dan. Rojnameger Erdem Gul got: “Çi biryar bidin bila bidin ya rast li vir kar û barên rojnamegeriyê tê darizandin.”

Herwiha Gul got jî: “Mafir rojnamegerî ne sûc e em guh nadin vê dozê. Loma divê ev doz were betalkirin. Baweriya min ji hiqûq û dadê heye.”

Her du rojnameger piştî ku 92 roj li girtîgehê man li ser biryara dadgeha destûra bingeh hatin tehliyekirin. Lê darizandina wan berdewam kir û dozger di runiştina dawî de biryara girtinê nexwest. Şandeya dadgehê bo 22'ê Nîsanê ev doz taloq kir.

Parlamenterên CHP û HDP jî bo piştevaniya rojnamegeran hatin dadgehê û xwestin ku dozê bişopînin lê bo daxwaza wan destûr nehat dayîn.

Parlamenterê CHP Sezgîn Tanrikulu jî got: “Emê di vê dozê de xwedî  li azadiya çapemeniyê û rojnamgeriyê derkevin. Hêviya me ew bû ku em biketina hundir dozê bişopînin.”

Parlamentera HDP Meral Daniş Beştaş anî ziman: “Li ser fermana Serokkomar, Dundar û Gul tên darizandin û tu dozger û dadgeh li hemberî vê nasekine. Dadgeh û daraz ne serbixwe û azad e, girêdayê hikûmet û serokkomariyê ye.”

Di 29'ê Gulanê sala 2015'an de di manşeta rojnameya Cumhuriyetê de bi navê "wa ye çekên ku Erdogan digotibû tuneye" nûçeyek hat weşandin. Der barê berpirsên rojnameyê Can Dundar û Erdem Gul de bi hincetên "bidestxistina agahiyên ewlekariya dewletê, sîxurtiya leşkerî û siyasî" lêpirsîn hat destpêkirin. Ji bo her du rojnamegeran 30 sal cezayê hepsê dihat xwestin. Niha derketina welatên derva bo Dundar û Gul qedexe ye.