Li Tirkiyê li ser sedemên têkçûna proseya çareseriyê konfirans

Akademsiyenên ku di konferansê de beşdarî kirin bang hem li dewletê hem jî li PKKê kirin ku şer bidin rawestandin û ji nûve li prosesa çareseriyê vegerin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/b7cbd80a-374b-441b-9f1e-a628bc37a861/KonferanProsesCareseri.ism/manifest

K24-Enqerê

ji aliyê Weqfa Aştiyê ve li ser sedemên têkçûn û bi serneketina prosesa çareseriyê ya kurd konferansek hate lidarxistin. Di konferansê de ligel pirsiyaran, raportek ku ji pêşniyaran pêk tê hate ragihandin.

Li paytexta Tirkiyê Enqerê bi navbeykariya "Weqfa Aştiyê" bi beşdariya siyasetnas, civaknas, aborînas û akademisyenan konferansek li ser mijarên wek sedemên têkçûyina prosesa çareseriyê, peymana Dolmabaxçeyê, şer û pevçûnên li Bakurê Kurdistanê helwesta PKKê û ya dewletê hate lidarxistin. Akademsiyenên ku di konferansê de beşdarî kirin bang hem li dewletê hem jî li PKKê kirin ku şer bidin rawestandin û ji nûve li prosesa çareseriyê vegerin.

Di konferansê de raporteke berfireh ya li ser, "Prosesa Çareseriyê ya Ji Dolmabexçeyê Heta Niha: Peydakirina Rêyeke Nû û Fêmnekirina Biserneketinê" ji aliyê Siyasetnas Cuma Çîçek mamosteyê Zanîngeha Artukliyê ya Mêrdînê û Siyasetnas Vahap Coşkun mamosteyê Zanîngeha Dîcleyê ve hate pêşkêşkirin.

Siyasetnas Çîçek piştî ku xal bi xal naveroka raportê peşkeş kir û li ser helwesta dewletê ya tund ku li Sûrê bi kar tîne ragihand ku her kuştina gerîlayekî û êrîşeke li ser Sûrê PKKê ji nûve diafirîne.

Derbarê vê mijarê Siyasetnas û Mamosteyê Zanîngeha Artukliyê ya Mêrdînê Cuma Çîçek ji K24ê re wiha got:"Dema mirov li nediyariya paşeroja Kantonên Rojavayê, nîqaş û arîşeyên derbarê serxwebûna herêma Kurdistanê de bifikire û temaşe bike, dê baş bê dîtin ku bi navbeykariya proseseke çekdarî, PKK dê nikaribe çareseriyeke derveyî masayê pêyda bike. Li aliyê din bi awayekî normatif, egera wê yekê nîn e ku Tirkiye jî di vî şerê ku li dijî PKkê dimeşîne de bi ser bikeve."

Di konferansê de li ser rê û rêbazên şer û binavkirina Kêşeya Kurd akademisyenan ditinên xwe anîne ziman û diyar kirin ku ligel wan kurdên ku piştevaniya AK Partiyê dikin jî, li herêmê kes meselaya kurdan wekî dewletê bi terorê ve girênade. Ev 40 sal in dewletê rê nemaye ku, bi kar neaniye. Lê dîsa jî ev mesele çareser nebûye.

Akademîsyen Bora jî bi şêwazeke cihê û naverokeke cûda li ser prosesa çareseriyê rawestiya û da zanîn ku divê ji bo baştirkirin û çareserkirina wan meseleyên ku li hev asê mane çareseriyan biafirînin û li ser şêwazeke aştîxwaz bifikirin.

Derbarê vê mijarê de Akademisyen Aksu Bora wiha ji K24ê re axifî:"Dema ku em behsa aştiyê jî dikin, ew şêwaza ku em bi kar tînin ya şer e. Em dizanin ku ne PKK ne jî dewlet, ew ne di wê mecalê de ne ku dengê me bibin xwe. Loma divê em li ser "Em çawa dikarin aştiyê bikin pêdiviyeke bingehin ya civakê?" bêhtir bisekinin. Divê em bi jinan re biaxivin û destên xwe dirêjî wan jinên Sûrê û Cizirê bikin. Wekî din mesele çareser nabin."

Mijarên herî bingehîn yên ku raportê de hatin pêşkêşkirin wiha ne: "Dolmabahçe: Qonaxa Çarenûsaz ku Nehate Birîn an jî Dawiya Qonaxa Kifşkirinê; Lêkdanên ku Her Zêde Dibin û Bi Şûn De Tên; Lêkdanên Li Bajaran û Karîgeriyên Wan Yên Sosyopolîtîk, Prosesa Çareseriyê ya Sala 2013-2015 Çima Neçû Serî? Ew Riya ku Serkeftiyê Wê Nîn e, Korerêya PKK, Korerêya Dewletê, Encam û Polîtîka û Pêşniyazên bo Çareseriyê..."