Nemsa hijmar a serbaz ên xwe zêde dike li ser sinûr.

Wezîr ê Bervanî ya Nemsayê ragehnd, bi armanc a rêgirtinê ji penxwazan, welat ê wî serbazan li sinûr ê başûr a Nemsayê dê zêde bike.

K24- Hewlêr:

Wezîr ê Bervanî ya Nemsayê ragehnd, bi armanc a rêgirtinê ji penxwazan, welat ê wî serbazan li sinûr ê başûr a Nemsayê dê zêde bike.

Di hevpeyvênekê  de Hanz Pîter Duskuzîl, wezîr ê Berevnî yaNemsayê  bi rojname ya Dî Fîltî ya Elamnyayî ragehand: Nemsa bi tema wê yekê ye hijmar a serbaz ên xwe li ser sinûr ê Îtalyayê zêde bike, bi armanc a rêgirtinê ji çûn a penaxwazan bo bakûr ê Ewrûpayê.

Wezîr ê Berevanî ya Nemasayê amaje bi wê yekê jî kir: Çunku sinûr ê derekî ya Yekêtî ya Ewrûpayê bi temamî neahtîye kontirolkirin, Nemsa hijmar a serbaz ên xwe li başûr a welat dê zêde bike  daku rêgirîyê ji hatin a penaxwazan bike ewên divên bi nayasayî bihên di nav welat de.

Zêdetir ji salekê ye hijmar a koçebran zêde dibe ewên divên bi rê ya Yunanê û welat ên derdora wê biçin welat ên rojava ya Ewrûpayê. Piranî ya wan penaxwazan jî xelk ên Îraq û Surayayê ne ku bi eger atengije ya sîyasî û abûrî , welat ên xwe bicih dihêlin û ber bi Ewrûpayê ve diçin. Di keys a penxwazan de Nemsa bi vajî ya Elmanyayê kar dike û merc û rêkar ên gelek tund  li ser sinûr û di keys a wan de peyrew dike.