Îraqê divêt bibe endam li Rêkxistî ya Bazirganî ya Cîhanî.
K24- Hewlêr:
Îraqê divêt bibe endam di Rêkxistî ya Bazirganî ya Cîhanî de, herweha divêt rêkevtin a bazirganî ya azad li gel Ewrûpayê wajû bike û bo evê mebestê şandek a Bexdayê dê bihê Hewlêrê.
Fethî Mehemed, rawêjkar ê peywendî yên abûrî yên wezaret aBazirganî û pîşesazî ya hikumet a Herêm a Kurdistanê taybet bi Kurdistan 24 ragehand: Hikumet a Îraqê bi fermî daxwaz ji hikumte a Herêm a Kurdistanê kirîye, komîteyek a lawekî pêk bihînin, me Komîte ji 5 kesan pêhînaye, ji çend bîyav ên cuda, her yek ji serok ê jûr a bazirganî ya Hewlêrê û pîşesazî ya Hewlêrê têde endamin, em bi berdewamî hevahengîn li gel Bexdayê û çend mehan carekê kom dibin.
Fethî Mehemed dibêje: pêngav havêjtin bo endambûnê li Rêkxistî ya Bazirganî ya Cîhanî, Di aynde de sinûr û firokexane yên Îraq û Herêmê gelek dê sûdmend bibin û çend mehan carekê kombûn li Biroksilê dê bihê encamdan û şand a Herêm a Kurdistanê jî dê bihê gazîkirin.