Artêşa Sûriyê bajarokê Qeryetên ji DAIŞê Kontrol dike

Hat ragihandin ku artêşa Sûriyeyê bajarojê Qeryetênê yê nêzîkî Tedmurê, ji destê DAIŞê kontrol kir.

K24 – Navenda Nûçeyan 

Hat ragihandin ku artêşa Sûriyeyê bajarojê Qeryetênê yê nêzîkî Tedmurê, ji destê DAIŞê kontrol kir.

Medyayên Sûriyê û Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihandin, artêşa Sûriyê bajarojê Qeryetên yê nêzîkî Tedmurê (Palmîra) ku ji Tebexa 2015an ve di destê bin kontrola DAIŞê de ye, rizgar kir.

Bajarokê Qeryetên ku dikeve rojavayê Tedmurê bi 100 k.m, piştî dorpêçkirina çend rojan û şerekî dijwar di navbera artêşa Sûriyê û DAIŞê, artêşa Sûriyê karî aliyê bakur ji bombeyên çandî paqij kir.

Hat ragihandin jî, şeva borî firokeyên Rûsî bêtirî 40 êrîşên esmanî li wê deverê li dijî DAIŞê encam dan.

DAIŞê ji tebaxa 2015an de, bajarê Tedmurê kontrol kiribû, di 26 Adara îsal de jî, artêşa Sûriyê Tedmur û derdora wê ji destê DAIŞê derxist.