“Bo serxwebûnê divê hemû alî piştevaniya Barzanî bikin”

Endamekî serkirdayetiya Tevgera Îslamî ya Kurdistanê dibêje, pêwîst e hemû alî piştevaniya Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî bikin, ta dewleta Kurdî ya serbixwe bê avakirin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/72ab5283-4cd3-4f0a-8f9a-e21bd0673d81/Ihsan.ism/manifest

K24 – Silêmanî

Endamekî serkirdayetiya Tevgera Îslamî ya Kurdistanê dibêje, pêwîst e hemû alî piştevaniya Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî bikin, ta dewleta Kurdî ya serbixwe bê avakirin.

Endamê serkirdayetiya Tevgera Îslamî ya Kurdistanê Îhsan Mela Elî Ebdulezîz di hevdîtinekê de ligel K24ê ragihand, pêwîst e Kurd hewl bidin wek hemû welatên cîhanê dewleteke xwe ya serbixwe hebe, ji ber wê jî daxwaz ji hemû aliyan dike, ku piştevaniya Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî bikin bow ê yekê.

Ebdilezîz amaje bi wê yekê kir, bo serxwebûna Kurdistanê, divê  nakokiyên navxwe danin aliyekî û piştevaniya biryara Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî bikin.

Herwiha Ebdilezîz got jî: “Em wek Tevgera Îslamî, ji destpêkê de baweriya me hebûye, ku Kurd mafê xwe ya dewletbûnê werbigire.”