Bocak: Divê PKK bangekî bo raya giştî li cîhanê bike

Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê li Bakurê Kurdistanê (PAK) dibêje, di şerê 30 salî de ne dewlet û ne PKK biser neketin, bo çareseriyê jî, ji bilî aştiyê ti rê nîn in.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê li Bakurê Kurdistanê (PAK) dibêje, di şerê 30 salî de ne dewlet û ne PKK biser neketin, bo çareseriyê jî, ji bilî aştiyê ti rê nîn in.

Serokê PAKê Sertac Bocak ji K24ê re ragihand û got: “Heger em bixwazin pirsgirêka Kurd çareser bibe, bê aştî ti rêyên din nîn e. Li gor ezmûna me li Bakurê Kurdistanê ji sala 1984 û vir de, bi şerê çekdarî ne PKK û ne dewlet biser neketin, bo wê jî di sala 2013an de pêvajoya aştiyê dest pê kir.”

Boçak amaje kir, ji ber têkçûna pêvajoya aştiyê, bajarên Bakurê Kurdistanê wêran dibin û milt tê kuştin, lewre divê her du alî hewl bidin çareseriyek bikin.

Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu li Diyarbekirê got ku, heger Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) vegere Gulana 2013an û hemû şevanên xwe ji Tirkiyê vekişîne, ew dikarin dest bi pêvajoya aştiyê bikin.

Bocak got jî: “PKK û dewlet nikarin bi tenê pirsgirêkê çareser bikin, ji ber wê jî pêwîst e hêzên di jî beşdar bin. Em 6 partiyên Kurdistanê em rêkeftin ku ew şer bê rawestandin.”

Bocak got: “Hikûmet dibêje, pêwîst e şervanên PKK derkevin, yan jî ew ti carî ne amade ne ku pêvajoyê dest pê bikin. Ez jî dibêjim ku divê PKK bangekî bike bo raya giştî li cîhanê û bibêje ez amade me hemû şervanên xwe derkevim, lê di heman demê de pêwîst e jî Tirkiye gavan bavêje bo çareseriya pirsgirêka Kurd, lê divê çavdêrekî navdewletî hebe, NY yan Amerîka yan jî Yekîtiya Ewropayê.”