Qamişlo: Kampîneke eliktironî bo piştevaniya Nisêbînê

Artêşa dewleta Tirkiyê bi tundî bombeyan li bajarê Nisêbînê dibarîne, di encamê de hejmarek mezin ji welatiyan penaber bûne. li gor hin rojnamevanên Rojavayê Kurdistanê romalek medyayî guncay ji bo şerê Nisêbînê nayê kirin, loma ew hewl didin ku kampîneke eliktironî birêve bibin bi mebesta piştevaniya Nisêbînê.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/dc8fa443-6477-49e2-810f-720548692fa0/nisebin-qamishlo.ism/manifest

K24 – Qamişlo

Artêşa dewleta Tirkiyê bi tundî bombeyan li bajarê Nisêbînê dibarîne, di encamê de hejmarek mezin ji welatiyan penaber bûne. li gor hin rojnamevanên Rojavayê Kurdistanê romalek medyayî guncay ji bo şerê Nisêbînê nayê kirin, loma ew hewl didin ku kampîneke eliktironî birêve bibin bi mebesta piştevaniya Nisêbînê.

Şer û pevçûnên di navbera Yekîneyên Parastina Sivîlan (YPS) û artêşa Tirkiyê li bajarê Nisêbînê berdewam e , di encam de bi dehan mal û avahî li taxên Xanik, Firat, Diclê û Ebdilqadir Paşa hatine rûxandin û dîmenên dûmanê li ezmanê bajêr bi hêsanî ji Qamişlo ve têne dîtin.

Welatiyên bajarê Qamişlo yên li ser sînorê Bakurê Kurdistanê dijîn, baceyeke mezin ji ber şerê nisêbînê didînin , ji ber ku rojane bi dehan top û gule bi ser taxên bajêr de dibarin. Niştecihên taxên sînorî tekez dikin ku armanckirina Qamişlo bûye diyardeyeke rojane û ev yek jî gefekê li ser jiyana wan dike.

Rewşa aloz ya ku bajarê Nisêbînê têre derbas, midyekarên Rojavayê Kurdistanê han dan ku kampînekê bi navê “Na ji bo bêdengiya ser Nisêbînê” saz bikin, Serpiriştên çalakiyê tekez dikin ku ewê kampîneke eliktironî birêve bibin û mebest jê piştevaniya Nisêbînê ye, her wiha hemû bajarên Bakurê Kurdistanê.

Endama komîta serpiriştyar Arîn Şêxmûs ji K24ê re axivî û got: “Em wek Yekîtiya Ragihandina Azad û Rojnamevanên Rojavayê Kurdistanê bi taybetî yên ku li Qamişlo dijîn, me xwast em kampînekê bikin ji bo balkişandina raya giştî û çapemrniya cîhanê ya ku bo bûyerên Bakurê Kurdistanê û bi taybetî yên ku li nisêbînê çê dibin, bêdeng e.”

Ji 12ê meha Adarê ve tankên artêşa Tirkiyê, bajarê Nisêbînê topbaran dike û ji 14ê mehê de qedexeya çûnûhatinê disepîne, ev yek jî di çarçoveya operasiyoneke leşkerî dijî endamên PKKê li deverê tê, ji ber vê yekê ta niha nêzî 40 ji sedî ji xelkên bajêr koçber bûne.