Zarokekî 6 salî li kampa Dareşikran bi qeytana pêlavê hatibû xenqandin

Birayre termê Mesûd ji aliyê malbata wî ve were veguheztin bo Rojavayê Kurdistanê
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/5a91c0c5-90b0-4c47-991a-33dc3383ce04/Kushtina%20Zarokeki%20li%20kempa%20darashkran.ism/manifest

K24-Dareşikran

Dayîka Mesûd i  çenteya kurê bihn dike û digrî, nizane kê kurê wê yê wehîd xenqandî ye,

Mesûd Cîhad Mihemed,  zarokekî 6 salî û wehîd bû tenê birayî xwişkekê bû, çawa alanê kurdî di dryayê de hat xenqanidm ew jî  bi bûyere hestiya bi awayeke ne miroivane hat xenqandin.

Bûye sê sal malbata Mesûd  ji bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistnê penaberî kempa Dareşekranê yê ser bi Parêzgeha hewlêrê va bûne, li gor malbata wî zarokî, piştî kurê wan  ji dibstana xwe ya li nav kempê tê malê, di rêde windabûye, wate ji  demjimêr 12ê nîvro heta 9ê êvarî,  piştî lêgerîneke mezin ,laşê kurê wan di  kortekî de li nêzîkî kempa lê dijî hatiye dîtin.

Derbarê bûyerê dayîka Mesûd Xelat Mirad wiha ji K24ê re got: "Ev çenteyê Kurê mine, ev wêneyê wî ye, ti daxwazîn min nînin, tenê ez daxwaz ji Asayîşan dikim vî kujerî bigrin û nasbikin."

malbata Meûd dibêjin ku dema kurê wan hat û  dîtin,  rastî êşkinceyeke mezin ji aliyên kesên nenas ve hatibû û ew  bi qeytana  pêlava wî xenqandibûn.

Ji aliyê xwe ve Asayîşa  Daraşekranê  termê mesûd bo bizişkê  dadwerî li Hewlêrê veguhstin,  lê heya niha ti encamên lîkolînê  nehtan eşkere kirin, ji ber vê yekê jî asayîşê ti daxuyanî derbarê bûyerê ranegehandin.

Birayre  termê Mesûd ji aliyê malbata wî ve were veguheztin bo Rojavayê Kurdistanê.

Penaberên kampê jîgilî û gazinên xwe derbarê ne sînorkirina kampê û neparastina wî sênorî ji penaberan re dikin.