Li Îzmîrê yê ku pîlotê Rûsî kuştî hatin girtin

Rûsyayê ji Tirkiye xwestibûn,ku Alpaslan Çelîk radestî wan bike. Lê Tirkiyê tu bersiva vê yekê nedabû.

K24-Navenda Nûçeyan

li Îzmîrê 15 kes, bi tometa ku çekên giran û yên şer li gel wan e, di nav de jî  Welatiyê Tirkiyê Alpaslan Çelîk ku, gotibû di dema xistina balefirê de pîlotê Rûsî kuştiye hatin girtin.

Çelîk îro, li bajarê Îzmîrê hat binçavkirin. Dadgeha Cezayê, ne ji ber ku pîlotê rûsî kuştiye, ji ber ku çekên şer pê re ne şand girtîxaneyê.

Duh, li Îzmîrê 15 kes, bi tometa ku çekên giran û yên şer li gel wan e hatibûn binçavkirin. Dadgehê biryara girtina 7 kesan da, 8 kes jî serbest hatin berdan.

Alpaslan Çelîk ji navçeya Keban ya Xarpûtê ye. Dema xistina balefirê Rûsî de Çelîk li pêş kamerayan dabû xuyakirin wî pîlotê rûsî kuştiye.

Rayedarên Rûsyayê ji Tirkiye xwestibûn,ku Alpaslan Çelîk radestî wan bike. Lê Tirkiyê tu bersiva vê yekê nedabû.