Barzanî û Mekgork behs a opirasyûn a azadkirin a Mûsil dikin.
K24- Hewlêr:
Mesûd Barzanî, serok ê Herêm a Kurdistanê li gel hinartî yê taybet ê serok ê Emerîkayê li Hewlêrê kom bû.
Di kombûnê de Stîwart Conz, Balyûz ê Emerîkayê li Îraqê amade bû, di kombûnê de, ra û nerîn hatin veguhertin li ser rewş a sîyasî ya niha û hokar ên tengije ya sîyasî li Bexdayê. Barzanî û Mekgorg biryar dan berdewam bin li rawêjkirinê bi armanc a vedîtin a çareyekê bo derbazbûnê ji tengije ya niha ya sîyasî ya Îraqê.
Di pişkek a dî ya kombûnê de, Brazanî û Mekgork behs a amdekarî yê dawîyê kirin li ser destpêkirin a opirasyûn a rizgarkirin a Mûsilê û qonax a piştî rizgarkirinê.