Birahîm Biro: Em beşek ji Itîlafa opozîsyonê ne

Herwiha diyarkir ku,wan daxwaz kirye ku pirsa Kurdî li ser maseya danûstandinan de were gotûbêjkirin
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/a4929373-732e-449d-879d-978d89a58394/ibrahim%20biro.ism/manifest

K24-Qamişlo

Serokê Encûmena Niştimanî Kurd li Sûriyê(ENKS) Ibrahîm Biro tekez kir ku, ENKSê beşek ji Itîlafa Opozîsyona Sûriyê ye û dibêje ku, wan daxwaz kirye Ased El-Zûbî ji serokatiya şandê were guhertin.

Derbarê vê mijarê û hinek mijarên Din duh, li bajarê Qamişlo Encûmena Niştimanî ya Kurdi li Sûriyê(ENKS) civîna xwe ya siyemîn pêkanî, di dawiya civînê de kongireyeke rojnamevanî hate li darxistin.

Di civîna çapemeniyê ya ENKSê de, Serokê ENKSê wiha got: "Em xwe weke beşek ji Itîlafa Sûriyê ya opozîsyonê dibînîn."

Biro da zanîn ku, derbarê daxuyaniyê Serokê Şanda Opozîsyonê bo danûstandinan Esad El-Zûbî derheqê Kurdan de, wan sê name bi armanca rakirina El-Zûbî ji serokatiya şanda Îtîlafê û opozîsyonê re şandine.

Herwiha diyarkir ku,wan daxwaz kirye ku pirsa Kurdî li ser maseya danûstandinan de were gotûbêjkirin.