DAIŞê 15e çekdarên xwe li Reqayê kuştin

Ebo Hica El-Tûnsî nûnerê taybet ê Ebubekir El-Bexdadî bû li bajarê Helebêbû, di operasyonekê de ligel çekdareke din hate kuştin.

K24-Navenda Nûçeyan

Rêxistina DAIŞê 15 çekdarên xwe li bajarê Reqaya Sûriyê, ku wek paytexta wê rêxistinê tê naskirin bi darve kirin.

Derbarê kuştina wan çekdarên DAIŞê Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan tekez kir ku ew her 15e çekdar bi tometa peyvendiya wan bi kuştina rêveberê DAIŞê Ebo Hîca El-Tûnsî re heye.

Li gor Rewangehê ew 15e çekdar di Şemiya borî de ji aliyê rêxistina xwe heve hatibûne girtin.

Ebo Hica El-Tûnsî nûnerê taybet ê Ebubekir El-Bexdadî bû li bajarê Helebêbû, di operasyonekê de ligel çekdareke din hate kuştin.