Xesro Goran: Eger guhertin di hikumetê de bihê kirin divê Ebadî jî vegire.

Serok ê firksyûn a Partî ya Dîmukratî ya Kurdistan(PDK)yê, li Perleman a Îraqê ragehand: Eger her guhertinek di hikumetê de bihê kirin, divê Ebadî bi xwe jî bihê guhertin. Amaje bi wê yekê jî kir, ew wezîr ên hatine pêşnîyazkirin bo kabîne ya nû ya hikumet a Îraqê, li ba me nahê qibûlkirin.

K24-Hewlêr:

Di hevpeyvînekê de bo Kurdisatan 24, xesro Goran, serok ê firaksyûn a PDKyê di Civat a Nwêner ên Îraqê de, ragehand: Em wek firaksyûn a PDKyê nerîn a me ewe eger Ebadî bivêt her guhertinek a giştî bike  divê wî bi xwe jî vegire.

Got jî: Em li gel firaksyûn ên Şîe û Sûnne dê kom bibîn, daku nerîn a Kurd bigehînîn wanalîyan, lê ez nerîn a firaksyûn ên din yê Kurdî nizanim, em her di destpêkê de li gel wê yekê nebûyîn ku wezîr ên me bihên guhertin. Ew dem a Ebadî  hate di nav perlemanê de, got: divê wezîran biguherîn, lê me wek firaksyûn a PDKyê deng nedayê.

Herweha got: Em berdewamî li danûstandinan li gel alî yên sîyasî. Vîyan a me ewe gotar a Kurdî heya dawîyê yek gotar be,ew nav ên hatine pêşnîyazkirin bo perlemanê bo wedrgirtin a post ên wezîr, ew nav nahên qibûlkirin.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/e7b4b5a6-919d-4d96-a9c0-6de4846a698c/xasro%20goran.ism/manifest