Yunanê dest bi vegerandin a penaxwazan kir.
K24- Hewlêr:
Yunanê evro Dûşembîyê dest kir bi vegerandin a wan koçberan ku li piştî wajûkirin a rêkevtin a di navber a Turkîyayê û Yekêtî ya Ewrûpayê gehiştine Yunanê û biryare li gor evê rêkevtinnameyê 70 hezar koçber bihên vegerandin bo Turkîyayê.
Li gor dîterekî bo ajansa Royterzê: Dû gemî yên nefer helgir ku 131 koîber têde bûn evro ji girav a Lîsbos a Yunanê ber bi bender a bajar ê Dîkîlî ya Turkyayê bi rê kevtîye.
Ev di demekê de ye Enqere mijûlî amadekirin a dû kempane bo tomarkirin a wan koçber ên ji girav ên Yunanê divegerin Turkyayê.
Ji alîyek a din ve biryare evro Turkîya dest bi hinartin a hijmarek a koçberan bike bo Elmanyayê.
Li gor rêkevtin a di navber a Turkyayê û Yekêtî Ewrûpayê, pêdivîye hemû ew koçber ên ku berî 20/3/2016 bi şêweyek ne yasayî digehin Yunanê, bihên vegerandin bo Turkyayê, hevdem li gor rêkevtinê her koçberk ê Suryayê ji Yunanê vegere, Turkîya koçberek ê Surayayî dişîne welat ên Yekêtî ya Ewrûpayê bi wê mercê ku hijmar a wan koçberan ji 72 hezaran nebûre.
Li beranber evê yekê Yekêtî ya Ewrûpayê çend 6 milyar Yûroyan dide Turkîyayê li gel çend taybetmendî yên din bo hevwelatî yên Turkîyayê wek çûn a wan bo Ewrûpayê bi bê vîze.