Li Parlamentoya Tirkiyê pirsa vegea penaberan

Opozîsyon dibêje piraniya van penaberan ne Sûrî ne û pêwîste ku, ew yekser bo welatê wan bêne şandin
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/f271d46f-803e-43c8-bdaf-a0ceb204cac0/BoPenaberen.ism/manifest

K24-Enqerê

Di çarçoveya peymana bi Yekîtiya Ewropayê re, şûnvegerandina penaberan ya bo Tirkiyê dest pê kir. Lê belê kêşeya bicihkirina wan li Parlamentoya Tirkiyê bû cihê nîqaşan.

Peymana şûnvegerandina penaberan ya di navbera Tirkiyê û Yekîtiya Ewropayê de, di 20ê Adarê de hate mohrkirin. Di çarçoveya peyamanê de, karwana pêşî ya penaberan hate vegerandin.

Şûnvegerandina penaberan li parlamentoya Tirkiyê hate nîqaşkirin. Partiyên muxalefetê alîkariya bo penaberan wekî erkeke mirovahiyê dibîne û hikûmetê bi wê yekê sûcdar dike ku bi çavê pereyan li mijara penaberan dinere.

Herwiha mijara bicihkirinê ya penaberan jî hate nîqaşkirin û muxalefet dibêje ev yek dê rê li ber kêşeyên mezin veke.

Derbarê vê mijarê Cîgirê Serokê Koma CHPê Ozgur Ozel ji K24ê re wiha got:"Dibe ku hebûna penaberan li civaka Tirkiyê bibe sedema kêşeyan. Divê tevgerînê de baldarî hebe. Divê bicihkirin li cihên rast were kirin. Ya rast divê bi Neteweyên Yekbûyî re ev xebat bê meşandin."

Hejmara penaberên li Tirkiyê ne zelal e, lê belê diyare ku, dê bi vegera penaberan hejmar zêdetir bibe. Partiyên muxalefetê jî vê yekê wekî metirsiyekê destnîşan dike û dibêjin di pêşerojê de kêşeyên mezin dê li Tirkiyê rû bidin. Lê li aliyekî dî, alîkariya bo penaberan wekî peywireke mirovane tê nirxandin. HDP dibêje pêwîste di mijara penaberan de, dam û dezgehên navneteweyî jî alîkariyê bike.

Derbarê vê babetê parlamenterê HDPê Hişyar Özsoy wiha ji K24ê re axifî:

"Koçberiyeke mezin e. Ev yek dê hevsengiya demografik tarumar bike. Derbarê cihên kampan de metirsî heye. Penaber jî di rewşeke gelekî nebaş de ne. Lê belê pêwîste AKP penaberan ji bo mijarên siyasî bikar neyne" 

Li gorî peymana şûnvegerandinê, dê pêşî ji Midilliya Yûnanîstanê koçber bo Tirkiyê bêne şandin. Hejmara penaberên ji Yûnanîstanê bo Tirkiyê bêne şandin 52 hezar û 509 e.  Muxalef dibêje piraniya van penaberan ne Sûrî ne û pêwîste ku, ew yekser bo welatê wan bêne şandin.