Orşelîm Post: Îran û Îraq, bi rê ya PKKyê ve hewl didin Herêm a Kurdistanê lawaz bikin.

Li gor zanyarî yên rojnamek a Îsrayîlî, Îran û Îraq hewl didin PKKyê bikar bihînin daku dest bi ser Şengar û dever ên derdor ên wê dabigirin û Herêm a Kurdistanê lawaz bikin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/28684368-4700-46c3-b276-3fc889c968c9/PKK%20Iran%20Shingal.ism/manifest

K24- Hewlêr:

Li gor zanyarî yên rojnamek a Îsrayîlî, Îran û Îraq hewl didin PKKyê bikar bihînin daku dest bi ser Şengar û dever ên derdor ên wê dabigirin û Herêm a Kurdistanê lawaz bikin.

Di rojnameyê de ew jî hatîye ku Îranê divêt PKK pişikdarî ya axadkirin a Mûsilê bike, ev jî bo wê yekê ye rê ji duristkirin a Herêmek a Sûnne bihê girtin û rê jî nede desthilat a Herêm a Kurdistanê berfireh bibe.

Rojnameyê xuya kir, Îran bi armanc a lawazkirin a pêgeh a Herêm a Kurdistanê, bi rêya Pratî ya Karker ên Kurdistan (PKK)yê ve, hewl dide Şengar, Çîyayê Şengarê û dûv re jê Musilê kontirol bike.

Rojname ya Orşelîm Post a Îsrayîlî ku bi ziman ê Îngilêzî dihê weşandin, di raportekê de bekav kirîye ku bi eger a giringî ya sitartîcî û Cugrafî ya Şengarê, Îran û hikumet a Îraqê divên ew dever ji dest hikumet a Herêm a Kurdistanê biderxînin û ew bi xwe kontirol a wir bikin, bi evê yekê jî dibe metirsî bo ser ser Îsrayîlê, çunku li sal a 1991, rijêm a Sedam li ser çîyayê Şengalê  ve Îsrayîl burdûman  kir.

Ew rojname ya Îsrayîlî ew jî belav kir ku çîyayê Şengarê ciheke bo çavdêrîkirin a û sîxûrîkirinê bi ser welat ên deverê, ji bo ku Şengar deverek a sinûrî ya mezine û qebare ya Şengalê dû hindî Lubnanê ye.

Rojanemeyê amaje bi bi wê jî kirîye, niha hêz a Pêşmerge dever ên derdorî Şenagrê kontirol kirine, lê PKK, bi harîkarî ya Îranê û hikumet a Bexdayê divê evê biguhire. Ev jî bi hînan a 1600 çekdaran bo ewê deverê, ew kesê ku fermandrî ya wan hêzan dike, endamek ê Civat a Nvendî Ya YNKyê ye.

Herweha rojaneme ya Orşelîm post dibêje: Bi kontirolkirin a Şengarê, Îran dikare bandor a xwe li Îraq û Suryayê berfireh bike, çunku ji wê deverê ve Îran dikare harîkarî ya serbazî û darayî bo rijêm a Esed bişîne.

Herweha Orşelîm Post nivîsîye, Eger Pêşmerge li Şengarê be,  Îsrayîlê hîç gef li ser nabe, lê eger Pêşmerge li wir nebe gef dikevin ser Îsrayîlê.

Dûv re rojname behs a ewê yekê dike, hikumet a Bexdayê bo lawazkirin a şîyan a Pêşmergey, amade nîye mûçe yên wan bide, lê bûdce û mûçe yên PKKyê li Şengarê dide.

Ji alîyek a din rojnameyê ew jî belavkirîye ku Îranê divêt PKK pişikdraîyê di opirasyûn a rizgarkirin a Mûsilê de bikin. ev jî bo wê yekê ye rêgirîyê li duristbûn a herêmek a Sûnne bigire li desverê. Herweha rê nede desthilat a Herêm a Kurdistanê berfireh bibe.

Orşelîm Post dibêje: Îran pereyek a mezin danaye bo duristkirin a hijmarek a dezgeh ên mêdyayî bo bikarhînan a wan li dijî Mesûd Brazanî serok ê Herêm a Kurdistanê û Başûr a Kurdistanê.

 

Bo vexwîndin a evî mijarî bi Îngilîzî û li ser malper a rojnameyê. 

vir kirte bike https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/28684368-4700-46c3-b276-3fc889c968c9/PKK%20Iran%20Shingal.ism/manifest