Gorran: Post a parêzgar ê Silêmanîyê bi maf ê xwe dizanîn

Endamek ê Civat a Parêzgeh a Silêmanîyê li ser lîst a Gorranê, ragehand: Post a parêzgeh a Silêmanî em bi şehnî ya xwe dizanîn û dakû arêşe li Silêmanîyê durist nebe, em bi dû salan razî bûyîn.

K24- Silêmanî:

Endamek ê Civat a Parêzgeh a Silêmanîyê li ser lîst a Gorranê, ragehand: Post a parêzgeh a Silêmanî  em bi şehnî ya xwe dizanîn û dakû arêşe li Silêmanîyê durist nebe, em bi dû salan razî bûyîn.

Di dîdarekê de bo Kurdistan 24, Xalib Mehemd endam ê Civat a Parêzgeh a Silêmanîyê li se lîst a gorran, ragehand: Post a parêzgeh a Silêmanîyê em bi şehnî ya xwe dizanîn,  em her çar salan bi şehnî ya xwe dizanînîn, lê daku alozî çê nekeve parêzgeh a Silêmanîyê, me Gorrn kir qurbanî ya ewê parêzgehê û me nevîya carek a din arîşe bikev Silêmanîyê, lew em razî bûyîn dû sal bi dû sal ewê postê bi wergirîn.

Li gor movkek a wê rêkevtinname ya di navber a Gorran û YNKyê de ye, Divê her alîyek ji wan salek û heşt mehan post a parêzgeh a Silêmanîyê bi rêve bibin. Ew rêkkevtin jî li ser ewê binemayê hatîye kirin ku li 30/4/2018 hilbijartin a Civat a Parêzgehan bihê encamdan.

Li ser evê yekê Rizgar Heme Ferec, Endam ê Civat a Parêzgeh a Silêmanîyê ji Yekîtî ya Nîştîmanî ya Kurdistanê,bi Kurdistan 24 ragehand: Di kombûn a yekem a Civatê de me deng li ser  xaal bi xal ên  rêkkevtinê dane, em li ser ewê rêkevtinee ku di dem a dû salan de post ên Serok ê Civatê û Psrzgar bi hev re veguherîn.

Dana Ceza, endam ê Civat a Parêzgeh a Silêmanîyê ji Partî ya Dîmukratî ya Kurdistanê, dibêje: li gor ewê rêkkevtinê be divê di çend meh ên dahatî de herdû postan di naveber a xwe veguherin, nemaze post a Parêzgar divê bo Gorran vegere, lê bi nerîn a min ez bawer nakim ev post bihê veguhertin di wê demê de dê tiştek bihê vedîtin ku da ev kevwar wek xwe bimîne.

Li 11/12/2014, YNK û Gorran li ser post ên rêvebirin a sinûr ên Parêzgeh a Silêmanîyê û Helebce, rêkkevtin ku piştî dû salan ev dû post bihên veguhertin di navebra wan de, bi vê yekê jî divê meh ên dahatî de ev dû post bi hev re bihên veguhertin

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/4cc82341-eb3c-4eb7-be76-a1889b95469e/ynk%20u%20goran%20parezgari%20slemani.ism/manifest