Rejîma Sûriyê rojnamevanekî Amerîkî berda

Kevin Dawes rojnamevanekî Amerîkayê ye, di sala 2012an de serdana Sûriyê kirbû û ji aliyê rejîma wî welatî ve hatibû girtin.

K24-Navenda Nûçeyan

Rejîma Sûriyê rojnamevanê Amerîkayê yê bi navê Kevin Dawes ku, berî çar salan girtibû serbest berda.

Derbarê berdana wî rojnamevanî de, Wezareta Derve ya Amerîkayê daxuyaniyek belav kir tê de wiha got: "Rûsya roleke mezin di berdana wî rojnemevanî de kirbû."

Ji aliyê xwe ve Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Marik Toner di daxuyaniyekê de tekez kir ku, wan derbarê berdana wî rojnamevanî pêwendî bi berpirsên Sûriyê re hebûn.

Ji aliyê xwe ve Wezareta Derve ya Rûsyayê ragehandibû ku, Artêşa Rûsyayê 1ê Nîsanê welatiyeke Amerîkî ji Sûriyê  veguhezte Rûsyayê û radestî qonsilxaneya Amerîkayê li wî welatî kir.

Kevin Dawes rojnamevanekî Amerîkayê ye,  di sala 2012an de serdana Sûriyê kirbû û ji aliyê rejîma wî welatî ve hatibû girtin.