Li Bakûrê Kurdistanê qedexeya derve berdewam e

Li gorî parêzeran dewlet erka xwe ya di vî warî bicih nayîne û ne gel diparêze ne jî li gorî mafê zarokan û mafên mirovan tevdigere.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/976ea9fc-4276-4d11-b4f9-b96dcfcae86c/QedexeyeDerketinaDerveye.ism/manifest

K24-Navenda nûçeyan

Li Bakûrê Kurdistanê li bajarokê Nisêybîna Mêrdînê, Gevera Colêmergê,û Cîzirê li Şirnexê qedexeya derketina kolanan û operasyon berdewam dikin. Li gorî axaftinên erkên dewletê ev operasyon dê berdewam bikin.

Li Bakure Kurdistanê ji 7 Heziranê heta niha rewşa aloz û qedexeya derketina kolanan berdewam dike. Herî dawî qedexeya li bajarokê Dîyarbekirê Surê hat rakirin. Lê belê ev qedexe, li hin bajarên din hê jî berdewam dikin.

Serokê Komeleya Mazlum-Derê Faruk Ûnsal diyar kir ku, qedexeyên derketina kolanan di rewşeke awarte de bi destûra parlamenê tê dayîn.

Derbarê vê yekê Serokê Komeleya Mazlum Faruk Ûnsal wiha ji K24ê re got:"Li Tirkiyê desthilat ketiye bi destê mirovekî û her diçe Tirkiye ber bi rewşeke zor awarte û aloz ve diçe. Heger erka waliyan her zêdetir bibe, ne raya giştî, ne jî partiyên muxalefetê nikarin waliyan kontol bikin û we demê jî li Tirkiyê demokrasî namîne."

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di daxuniyek de diyar kir ku, heta dawî li PKKê bê wê operasyon berdewam bikin. Herwiha Serokê MHPê Devlet Bahçelî jî bi heman şêwazê ragihand ku heta li Nusaybinê kevir li ser kevir neminin divê operasyon berdewam bikin.

Bi boçûna raya giştî jî, rayedar û siyasiyên li Tirkiyê bi van daxuyaniyên xwe operasyon û qedexeyên ne yaseyî li ber çavê gel dikin tiştekî ji rêzê û wekî ku ev rewşa awarte rewşeke asayî ye.

Serokê Komeleya Mafên Mirovan Oztûrk Turkdogan bal kişand ser erka waliyan û wiha ji K24ê re axifî:"Niha qedexeyên li ser derketina kolanan ne li gorî tu yaseyan hatiye danîn. Walî û qeymekam ne xwediyê erkeke bi vî awayî ne. Fermanên hikûmetê yên ne yaseyî ne bi cih tînin. Herwiha divê serokê partiya netewperest ji ber wan gotinên xwe bê darizandin" "

Li gorî saziyên civakê, jiyana li herêmê her diçe ber bi rawestînê ve diçe. Ji Lewre mafê jiyan û perwerdehiyê û tendûristiyê ji destê zarokan hatiye wergirtin.  Zarok dibin şahîdê şer û tundrawiyê û ligel ku têne paşko kirin di heman demê de rê li ber îstîsmara wan jî tê vekirin. Li gorî parêzeran dewlet erka xwe ya di vî warî bicih nayîne û ne gel diparêze ne jî li gorî mafê zarokan û mafên mirovan tevdigere.